1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. "Jina serhildêr ji bo sîstemên desthilatdar metirsî ye"
"Jina serhildêr ji bo sîstemên desthilatdar metirsî ye","jina,serhildêr,ji,bo,sîstemên,desthilatdar,metirsî,ye"

"Jina serhildêr ji bo sîstemên desthilatdar metirsî ye"

Endamên Navenda Lêkolînan a Jineolojiyê şaxê Helebê destnîşan kir ku armanca şehîdxistina çalakvan û akademîsyen Nagîhan Akarsel encama tirsa sîstemên desthilatdar ji destkeftiyên jinan e û diyar kir ku tu hêz nikare şoreşa jinan û têkoşîna ber bi rizgariyê ve rawestîne

A+ A-

ANHA - Çalakvan û akademîsyen Nagîhan Akarsel sêşema borî li taxa Bextiyarî ya bajarê Silêmaniyê yê Başûrê Kurdistanê, li ber deriyê mala xwe di encama êrişeke çekdarî de şehîd bûbû.

Di demekê de ku gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê û gelê Başûr bang li hikumeta Başûr kir ku li hember van êrişên ku li ser axa wê pêk tên helwesta xwe nîşan bidin, misteşarê MÎT`ê Hakan Fîdan serdana Hewlêrê kir û li wir bi Eniya Tirkmen a Iraqê re civiya.

Têkildarî mijarê, berdevka Navenda Lêkolînana a Jineolojiyê şaxê Helebê Rojiyan Hisên destnîşan kir ku hedefgirtina Nagîhan Akarsel ji ber tirsa sîstemên desthilatdar ji têkoşîn û hişmendiya jinên azad e.

Rojiyan êrişa li dijî Nagîhan Akarsel a li bajarê Silêmaniyê şermezar kir û got: “Ruxmî ku Silêmaniyê bajarekî Kurdan e jî, çalakvana jin a Kurd li ber deriyê mala xwe hat şehîdxistin. Ev cihê şermezariyê ye.”

Rojiyan destnîşan kir ku ev yek tolhildana ji destkeftiyên jinan û yên ku bi têkoşîna xwe ya li dijî rejîmên desthilatdar û zîhniyeta bi dest xistine ye û wiha pê de çû: “Sedsala 21’an bi têkoşîna jinan û lêgerîna wan ya rizgariyê tê zanîn, mîna rewşa Îranê ya niha û serhildanên ku jin tê de pêşengiyê dikin.”

Rojiyan her wiha daxuyand ku li Rojava jî şoreş bi beşdariya jinan didome, ji lew re jinên zana û serhildêr ên li dijî rejîmên dîktator tên hedefgirtin û wiha dewam kir: “Ew ji pêşketina jinan û destkeftiyên wan ditirsin, ji ber ku wê yekê wekî gefekê li dijî rejîmên xwe yên desthilatdar dibînin.”

Rojiyan diyar kir ku jineolojî ya ji aliyê rêber Abdullah Ocalan ve hatiye pêşniyarkirin bûye yek ji metirsiyên herî mezin ên sîstemên desthilatdar û ev tişt anîn ziman: "Heta niha Jineolojî nehatiye naskirin, ji ber ku di bingeha xwe de girêdayî civak û jinê ye. Her jinek ku doza mafê xwe dike, ji bo ku azadiya xwe bi dest nexe li pêşiya wê bend û astengiyan dantînin.”

DIVÊ JIN PIŞTGIRYA HEV BIKIN

Rojiyan li ser bertekên li dijî hedefgirtina aktîvîst Nagîhan Akarsel got divê jin têkoşîna rizgariya ji desthilatdariya heyî bilind bikin û bang li hemû jinên şoreşger û azadîxwaz kir ku dengê xwe bilind bikin û xwe teslîmî ti kesî nekin, piştgiriya hemû tevgerên jinan, di serî de serhildana jinan a li Îranê bikin.

ŞOREŞA JINAN BERDEWAM E

Endama Navenda Lêkolînan a Jineolojî Cûmana Mihemed jî tundiya li dijî hemû jinên cîhanê şermezar kir û got: "Jinên xwedî ramana azad ku civakê bi rêxistin dikin, her tim dibin hedef, ji ber ku têgihîştî ne.”

Cûmana bal kişand ser armanca hedefgirtina akademîsyen Nagîhan Akarsel û wiha pê de çû: "Wê rêxistinkirin û perwerdekirina civakê dikir, weke li Îranê hemû kesên ku daxwaza azadiyê dikin tên hedefgirtin, lê serhildan ranaweste û şoreşa jinan didome.”

Her wiha Cûmana Mihemed got: “Jinan bend û astengên li pêşiya xwe şikandine û êdî ji tiştekî natirsin.”

ANHA